Di klûbeke sevê de sewat derket: 25 mirî, 50 birîndar

Dîroka Weşanê :
Di klûbeke sevê de sewat derket: 25 mirî, 50 birîndar

PeyamaKurd- Li eyaleta Goa ya Hindistanê, di klûbeke şevê de şewat derket, 25 kes di nav wan de jî 4 tûrîst û 14 xebatkaran jiyana xwe ji dest da û 50 kes jî birîndar bûn.

Li klûba şevê ya li Arpora, li eyaleta Goa ya Hindistanê şewat derket. Di şewata Klûba bi navê "Birch by Romeo Lane" de ku sala borî deriyên xwe vekiribû û nêzîkî 25 kîlometre dûrî paytexta eyaletê Panaji ye, 25 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.

Polîsan ragihand ku agahdariya şewatê di saet 00.04'an de, li gor dema herêmî gihîştiye wan. Hate zanîn ku ji kesên mirî, herî kêm 4 kes tûrîst bûn û 14 kes jî xebatkarên klûbê bûn.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi, sersaxî ji malbatên mexdûran re xwest û ragihand ku dê ji bo her malbateke kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane, 200 hezar rûpî (2,200 dolar) û ji bo birîndaran jî 50 hezar rûpî (550 dolar) wekî tazmînat were dayîn.