PeyamaKurd – Sekretera Ewlekariya Navxweyî ya DYAyê Kristi Noem ragihand ku ew ê koçberên Venezuelayî dersînor bike.
Noem di axaftina xwe ya li ser "Meet the Press" a NBC News de got ku wê bi xwe biryar daye.
Wê herwiha got, "Biryarên li ser cihê û kengê fermanên dersînorkirinê têne bicîhanîn li cem min li Wezareta Ewlekariya Navxweyî ne. Em ê berdewam bikin ku tiştê rast bikin da ku piştrast bikin ku sûcdarên xeternak ji welêt têne derxistin."
Dema ku ji Noem hat pirsîn ka wê guh nedaye biryara dadgehê, wê bersiv da, "Na," û îdia kir ku dadwer "bi çalakvaniyê mijûl bûn û biryarên radîkal dan."