PeyamaKurd- Serokomarê qonaxa veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera di hevpeyvîna ligel Washington Posta Amerîkî de behsa entegrasyona HSDê ya nav artêşa Sûriyeyê kir. Şera got, “Çareseriya herî baş ew e ku hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê çavdêriya entegrasyona HSDê ya nav hêzên hikûmetê bikin."
Ehmed Şera diyar kir, îro Sûriye dikare berpirsyariyê werbigire û parastina axa Sûriyeyê jî berpirsyariya dewletê ye û wiha axivî: "Sûriyeyeke parçebûyî yan jî hebûna hêzên leşkerî yên li derveyî desthilata hikûmetê dê rewşeke guncaw ji bo geşbûna DAIŞê ava bike."
Hêjayî gotinê ye, xanda Sûriyeyê di serdana xwe ya Washingtonê de bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re jî civiyabû û mijara entegrasyona HSDê û Peymana 10ê Adarê gotûbêj kiribûn û herdu aliyan jî tekezî li ser bicihanîna xalên wê rêkeftinê kiribûn.