PeyamaKurd – Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên parlamentoya Iraqê, Hevpeymaniya "Ji bo nûavakirin û geşepêdanê" ya bi serokatiya Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî, li seranserê welêt û bi taybetî li paytext Bexdayê, di rêza yekem de ye. Li başûrê Iraqê Hevpeymaniya "Tesmîm" a bi serokatiya Parêzgarê Besrayê Esed Îdanî li pêş e, li Herêma Kurdistanê jî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di nav partiyên Kurdî de serkeftina herî mezin bi dest xistiye.
Çavkaniyekî nêzîkî Serokwezîr Sûdanî ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re ragihand ku hevpeymaniya wan nêzîkî 50 kursiyên parlamentoyê misoger kiriye, ku ev yek wan dike hêza herî mezin di nav hemû partî û hevpeymaniyên beşdarbûyî de.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê da zanîn ku rêjeya beşdariyê di hilbijartinan de %55 bûye û tê payîn ku encamên fermî yên dawî di demeke nêz de bên eşkerekirin.
Bexda: Li paytexta ku 71 kursiyên wê hene, hevpeymaniya Sûdanî bi bidestxistina 18 kursiyan di rêza yekem de ye. Li pey wê, Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Nûrî Malikî û Partiya Teqeddum a Mihemed Helbûsî her yekî bi 9 kursiyan di rêza duyem de ne.
Besra: Li parêzgeha Besrayê ya dewlemend bi petrolê, Hevpeymaniya Tesmîm a parêzgar Esed Îdanî bi nêzîkî %30ê dengan serkeftinek berbiçav tomar kiriye.
Diyala: Li parêzgeha Diyalayê ku xwedî pêkhateyeke tevlihev e, Rêxistina Bedir a bi serokatiya Hadî Amirî ragihand ku wan sê kursî bi dest xistine.
PDK li Kurdistanê yekemîn e
Di nav partiyên Kurdistanî de, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi wergirtina zêdetirî yek milyon dengî, yekemîniya xwe ya zelal parastiye û weke partiya yekem a Herêma Kurdistanê derketiye pêş.