Li Hindistanê balafirekî artêsê ket

Dîroka Weşanê :
Li Hindistanê balafirekî artêsê ket

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafirekî Hindistanê ya perwerdê li eyaleta Tamil Naduyê ketiye. Hêzên hewayî yên Hindistanê di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku balafira perwerdê ya tîpa "Pilatus PC-7 Mk II" di wexta wezîfa xwe de qeza kiriye û ketiye.

Balafir nêzî bajarê Chennai ketiye û berya balafir bikeve, pîlot (ajotvan) xwe ji balafirê avêtiye û rizgar bûye.

Ciyê balafir lê ketiye, ti zerarekî çênebûye û li ser sedema çêbûna qezayê lêpirsîn dane destpêkirin.