PeyamaKurd – Medya fermî ya Sûriyê ajansa SANA ragihand ku li payîtext Şamê dengê teqînekî xwurt hatiye.
SANA got ku teqîn, li Rojavayê Başûrê Şamê li taxa Mezzehê nêzî mizgefta El Rahman çêbûye û li ser sedema teqînê lêkolînan dikin.
Taxa Mezzehê ji sala 2023an heya niha weka taxa ku baregeha hewayî ya Mezzeh lê ye, gelek baregehên leşkerî li taxêne û gelek caran dikevin ber êrîşên Îsraîlê.
Hinek ajansên nûçeyan gotine ku teqîn êrîşa hewayî ya li Şamê ya baregeha leşkerî ya 86em de bûye û ji aliyê Îsraîlê de hatiye kirin.
Medya Tirkiyê radigihîne ku teqîn li pey hev bûne, bi roketê li avahiyekî li taxa Mezzehê xistine, avahî hilweşiyaye, piştî lêdanê şewat derketiye û di encamê de mirî û birîndar hene.
Heya niha li ser teqînê ti agahiyekî fermî nehat dayîn.