PeyamaKurd- Berpirsekî NATOyê ragihand ku awayê kar û çalakiyên Nûnertiya NATOyê ya Iraqê (NMI) bi awayekî demkî tê nirxandin û diyar kir ku ev nirxandin li gorî guherîna rewşê tê kirin ku nûnertî li gorî armancên xwe bimîne.
Berpirsê NATOyê ji Rûdawê re daye zanîn, ji bo bidawîhatina erkê wan ê li Iraqê demeke diyar nîne û bibîr xist, NMI nûnertiyeke neşerker, lê ya şêwirmendî û avakirina şiyanan e.
Hate diyarkirin ku armanca sereke ya nûnertiyê ji bo avakirina saziyên ewlehiyê û hêzên çekdar ên domdartir, zelaltir û çalaktir alîkariya Iraqê ye ku bi vî awayê rûbirûbûna terorê û pêşîgirtina vegera çekdarên DAIŞê tê kirin.
Berpirsê NATOyê destnîşan kir, “Hemû hewlên nûnertiya NATOyê bi rêzgirtina tam a ji bo serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê tên kirin.”
Herwiha hat diyarkirin ku nûnertî dê ji bo parastina ewlehiya Iraqê û aramiya herêmê dê lîstina rola xwe ya girîng bidomîne.