Papa bangî Washingtonê kir: Mudaxeleyê Venezuela nekin

Dîroka Weşanê :
Papa bangî Washingtonê kir: Mudaxeleyê Venezuela nekin

PeyamaKurd – Papa Leo yê 14em bang kir ku rêvebiriya Trump bila destê xwe nede serokê Venezuelayê Nicolas Maduro û ji desthilatê nexîne..

Papa Leo yê 14em dema gera xwe ya Lubnanê qedand û vedigeriya Vatîkanê, di balafirê de bersivên pirsên rojnamevanan da. Papa bangî Trump kir ku bo serokê Venzuelayê ji ser desthilatê daxîne, divê serî li rêbazên leşkerî nede. Papa got eger Trump dixwaze li Venezuelayê guherîn bibin, dikare di rêya diyalogê de an zora aboriyê de bike baştire. Papa behsa endîşa mudaxeleya leşkerî kir û got:

“Baştire mirov di rêya diyalogê de an zordana di seha aboriyê de an li rêyên din begere baştire. Xwuya dike ku di navbera her dû serokan de axaftinekî çêbûye û li aliyê dinê îhtîmala operasyona leşkerî heye. Nîşaneyên ji Washingtonê tên diguherin.”