PeyamaKurd- Koma bi navê Ensar El Sune, li bajarê Safîta yê Tartûsê, belavok belav kirin û gefa kuştinê li Elewîya xwar. Li ser van gefan Serokê Meclîsa Bilind a Îslamî ya Elewiyan li Sûriyê û Derve Şêx Xezal Xezal banga greva giştî ya 5 rojan kir.
Şêx Xezal ji Elewiyên li Sûriyê xwest ku ji 8 heta 12ê mehê li malên xwe bimînin û diyar kir ku hikûmeta veguhêz hewl dide salvegera hilweşîna rêjîma zordar bi rejîmek hîn zordartir, pîroz bike.
Şêx Xezal got: “Hilweşîna rejîma Esed dive bûba “hilweşîn zordariyê”, lê tiştê ku bi rastî qewimî “bi navê azadiyê hilweşîn vî welatî” bû. Lewma zilm xirabtir bûye û nebûna edaletê bûye sedema firehbûna “îdeolojiya tarî û tekfîrî” li Sûriyê.”
Di dawiyê de Şêx Xezal destnîşan kir, “Ji bo red kirina zordariyê û pêkanîna erka exlaqî em bang li her kesî dikin ku tevlî gravê bibin. Bizanin ku her êrîşek li ser yek ji me êrîşek li ser me hemûyan e.”
Hêjayî gotniê ye, di belavokan de gefa kuştinê li Elewiyan tê xwarin ku tevlî şahiyên pîrozkirina savegera hilweşîna rejîma Baas`ê nebin.
Di belavokên ku navê koma cîhadî ya Ensar El Sune li ser e tê gotin ku ev ‘Elewî ji kafiran kafirtir in’.
Herwiha hatiye gotin ku eger Elewî şahiyan li dar bixin ew ên êrişên xwekujiyê di nav wan de pêk bînin.