PeyamaKurd – Roja Çarşemê, 12ê Mijdara 2025an, erdhejek bi hêza 5.2 pîvan li Qibrisê qewimî û li gelek deverên giravê hat hîskirin. Li gorî agahiyên destpêkê, tu ziyaneke canî û madî nehatiye ragihandin.
Navenda Sîsmolojiya Ewropa-Deryaya Spî (EMSC) ragihand ku erdhej saet di 11:32 de bi dema herêmî (09:32) pêk hatiye. Hat diyarkirin ku hejîna erdê li welatê cîran Lubnanê jî hatiye hîskirin.
Rayedaran di daxuyaniyên xwe yên ewil de diyar kirin ku heta niha tu agahiyên derbarê birîndarbûn an jî zirarên avahiyan de negihîştine destê wan.
Her çend Qibris li ser xeteke sîsmîk a çalak e jî, erdhejên bi vê mezinahiyê bi gelemperî nabin sedema wêraniyeke mezin.