PeyamaKurd- Li parêzgeha Siwêda ya Sûriyê, li eniyên bajarokên Mezra û Mecdel ên li gundewarê rojavayê herêmê di navbera hêzên Parazvanên Neteweyî yên Durzî û hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de şer derket.
Li gorî zanyariyan, droneke "bombekirî" ya hêzên Şamê nêzî xaleke leşkerî ya "Parêzvanên Neteweyî" li ser heman eniyê bombebaran kir, bêyî ku ziyan çêbibin.
Dîsa hate ragihandin ku li gundewarê rojavayê Siwêdayê di navbera her du aliyan de şer û pevçûnên bi çekên navîn rû da.