SOHR: Bavê 3 zarokan ê Efrînî pistî 42 rojên îskenceyê can da

Dîroka Weşanê :
SOHR: Bavê 3 zarokan ê Efrînî pistî 42 rojên îskenceyê can da

PeyamaKurd- Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, welatiyên Efrînî yê bavê 3 zarokan ku 42 berê hatibû revandin di bin îşkenceya dijwar a çekdaran de can daye.

2yê Kanûna 2024an, çekdarên bi navê Hêza Hevbeş ku ji Emşat û Hemzat pêk dihat û niha di nava hikûmeta Sûriyê de ne, li bajarokê Til Rifetê danê sibehê girtibûn ser mala Mihemed Elî Sîcam û ew girtibûn.

Hate diyarkirin ku ji ber îşekceyê Elî Sîcam can daye û dema hatibû berdan, tiliyên lingên wî hatibûne jêkirin û laşê wî bi pileya sêyem şewitîbû.

Dema ku ew rakirin Nexweşxaneya Xalid Fecr a li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê li wir rapora bijîşkî hat amadekirin. Li gorî raporê, gelek şewat li ser laşê wî hebûn. Çar diranên wî şikestibûn û lêvên wî qelişîbûn. Demarên wî zirer dîtibûn û şopên şewata çixareyan li ser zikê wî hebûn. Herwiha hişê xwe ji dest dabû.