PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump bi sedema maddeyên hişbir ji Venezuelayê dibin DYAyê ragihand ku bo ber li wan maddeyan bigre û nehêle bibin Amerîkayê got:
“Bo neçûna ew maddeyên hişbir bo Amerîkayê, ji bilî botên deryayê, ger pêwistî hebe em ê li axa Venezuelayê bixin.”
Trump ragihandina xwe di civîna çapemeniyê ya li Koşka Sipî de kir. Trump got:
“Madde yên hişbir ji welatên weka Venezuela û Kolombiya tên Amerîkayê. Em biryardarin ku bi her cûre alavan bi wan re têbikoşin û me di mijarê de erkê daye Pentagonê. Ez dixwazim ew keştiyên li peravên Venezuelayê ne ji wê derê rabin. Eger îcab bike me çawa di deryayê de li botan xist em ê li axa Venezuelayê jî bixin. Êdî di reya deryayê de tiştek nayê û me %90ê wan ji ortê rakir.
Em ê ji bejayiyê de jî êrîşan bikin. Êrîşa bejayiyê rihettire. Em rêya wan dizanin. Em her tiştên wan dizanin. Em zanin li ku derê dijîn û di nêz de em ê dest bi wan bikin. Her kî madde yên hişbir hilberîne û li welatê me bifroşe, dê bikeve ber êrîşa me.”