PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Manisa li navça Turgutlu kesê bi navê Yılmaz Uğur (60) di malê de mirî û jina wî Hatice Uğur (58) xeriqandî dîtin. Hatice Uğur bi ambûlansê birin nexweşxanê. Rûdan li ser gilîkirina mirovên wan hat fêmkirin.
Tîmên îtfaiyê bi derencên erebeyan derketin qata 4an û jin û mêr di malê de bê hereket dîtin. Tîmên tenduristiyê dîtin ku zilam can daye û jina wî birin nexweşxana dewletê ya navça Turgutluyê.
Cenazê Uğur şandin Tib a Edlî ya bajarê îzmîrê.