Êrîşên li ser Xezzeyê dewam dikin: Hejmara kesên jiyana xwe ji dan zêde bûn
PeyamaKurd – Hejmara kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezzeyê de jiyana xwe ji dest dan derket 43 hezar û 846an.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê da derbarê êrîşên ku Îsraîl ev 408 roj in li ser Şerîda Xezzeyê dimeşîne de agahî hatin dayîn.
Hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de di 6 êrîşên ku artêşa Îsraîlê li gelek deverên Şerîda Xezzeyê li dar xist de 47 kesan jiyana xwe ji dest dan û 139 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li ser Şerîda Xezzeyê de hejmara miriyan derket 43 hezar û 846an û hejmara birîndaran jî derket 103 hezar û 740î.
Di daxuyaniyê de herwiha hate gotin ku hîn jî di bin xirbeyan û li kêleka rê de kuştî hene, lê ji ber astengiya hêzên Îsraîlê, tîmên tenduristiyê û rayedarên berevaniya sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.