Ûkrayna: Me li xetekî petrolê ya Rûsyayê xist
PeyamaKurd – Îstîxbarata leşkerî ya Ûkraynayê ragihand ku li devera Moskovayê li xeta petrolê ya Rûsyayê xistine û ev jî ji bo Rûsyayê derbekî mezine.
Îstîxbarata Ûkraynayê ragihand ku ji rafîneriyên Ryazan, Nijni Novgorod û Moskovayê borûya mazot û petrola balafiran dibir Koltsevoyê ku dike 400 km dirêjahî, li wê boruyê xistine. Li devera Ramenskyê di teqandina boruyê de li sê qolên wê xistine û îmha kirine.
Li gor xebera di Associated Pressê de; borûya navborî salê 3 milyon ton petrola jetan, 2,8 milyon ton dizel û 1,6 milyon ton benzînê dikare bibe. Serokê îstîxbaratê Kyrylo Budanov got:
“Bandora êrîşên me ji yên givaşan bêhtir bandorê kir.”
Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.