Ahmet Turk dê serdana Devlet Bahçelî bike
PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, dê serdana Devlet Bahçelî, serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) bike.
Do, nûçeyeke balkêş kete rojevê ku siyasetmedarên biemr Ahmet Turk û Devlet Bahçelî li Enqereyê dê li hev bicivin.
Nêrgiz Demîrkaya ji Rojnameya Duvarê ragihand, Ahmet Turk dê di rojên pêş de biçe Enqereyê û serdana Sirri Sureyya Onder û Serokê MHPê Devlet Bahçelî bike.
Demîrkaya di nivîsa xwe de ev agahî parve kir: “Di vê navberê de geşedaneke din a balkêş pêk hat. Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ku ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û Bahçelî bi telefonê axivîne. Piştî vê pêwendiya telefonê Ahmet Turk, ku li Mêrdînê tev li nerazîbûnên tayînkirina qeyûm e, vê hefteyê ji bo ku têkiliyan pêk bîne çûye Enqereyê.
Tê payîn ku Ahmet Turk van rojan bi Alîkarê Serokê Meclîsa Partiyê ya DEMê Sirri Sureyya Onder re serdana Devlet Bahçelî bike. Çavkaniyên Partiya DEMê ne ev hevdîtin piştrast kirine û ne jî red kirine.
Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.