Di şerê navbera eşîran de 35 kes mirin
PeyamaKurd – Li welatê Pakistanê li rojavayê bakûrê wê, li eyaleta Hayber Pahtunhva, ji Paşawerê 218 km dûr, li devera Kurramê, di navbera eşîran de şer derket û di encamê de 35 kes mirin.
Li gor çapemeniya Pakistanê; şer, di navbera eşîretên Sunnî û Şîa de derket. Li deverên Bagan û Baça Kotê kesên çekdar dukkan, xaniyan û malên aîdê hukumetê şewitandin. Ji bilî 35 kesên ku mirin, 25 kes jî birîndar bûn. Rêvebirekî asayîşê di mijarê de got:
“Li Kurramê ji ber bûyerên şiddetê dezgeyên perwerdê girtîne. Teref bi çekên giran û otomatik hev didin ber guleyan.”
Li welatê Pakistan a bi 240 milyon nûfûsî, jimara Şî’ayan %15ê nûfûsa welate.
Ev nivîs 23 car hatiye xwendin.