Durziyên Îsraîlê: Em amade ne li Sûriyê şer bikin

Durziyên Îsraîlê: Em amade ne li Sûriyê şer bikin

PeyamaKurd- 2 hezar Durziyên li Îsraîlê dijîn ragihandin ku ger hewce bike, ew amade ne li Sûriyê şer bikin.

Hate ragihandin ku nêzîkî 2 hezar Durziyên li Îsraîlê, belgeyek îmze kirine ku tê de dibêjin heke êrîşên eşîrên Bedewî û hêzên hevalbendên hikûmeta Sûriyê yên li ser Durziyan neyên rawestandin, ew ê beşdarî şerê li Sûriyê bibin.

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya fermî ya Îsraîlê de hatine weşandin, nêzî 2 hezar Durziyên li Îsraîlê belgeyek îmze kirine ku amade ne li Sûriyê şer bikin heke êrîşên li ser civaka Durzî rawestin.

Di belgeyê de hatiye gotin: "Em amade ne ku bi dilxwazî li gel birayên xwe yên li Siwêdayê şer bikin. Dema ku em amade ne ji bo parastina birayên xwe, axa xwe û dînê xwe, hatiye."

Herwiha hate ragihandin ku di nav kesên ku belge îmze kirine de, leşkerên yedek yên ku di Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) de xizmet kirine jî hene.

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.