DYA Artêşa Rizgariya Belûcistanê (BLA) xist lîsta terorê

DYA Artêşa Rizgariya Belûcistanê (BLA) xist lîsta terorê

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê DYAyê Marco Rubio, Artêşa Rizgariya Belûcistanê (BLA) xist lîsta terorê (FTO) ku navê wê yê dinê Tûgaya Majeed e. Rubio, ragihandina xwebi nivîskî kir. Rubio got:

“Îro wezareta karên derve Arteşa Rizgariya Belûcistanê (BLA) ku navê wê yê dinê Tûgaya Majeede, me xist lîsta Rêxistinên Terorîst yên Biyanî (FTO).”

Çekdar, bi taybetî êrîşê Pakistanê dikin. Belucistan di navbera sê dewletan de pareçekiriye ku ew jî Îran, Afganistan û Pakistan in. Lê Taliban a Pakistanê li ser axa Afganistanê bineciye, Afganistan vêya red dike û giraniya wan li eyaleta Pakistanê ya bi navê Hayber Pahtunhvane.

Li her dû eyaletan Peştû û Belûcî xwediyê rêxistinên çekdarin lê çendîn daxwazên gelê xwe temsîl dikin nayê zanîn.

Li Belucistanê BLA dixwaze Belûcistan ji Pakistanê veqete û bibe dewletekî serbixwe û xwe îdare bike.

Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.