Em bi fuzeya ‘Oreşnik’ê dikarin li her derê Ewrûyê bixin

Em bi fuzeya ‘Oreşnik’ê dikarin li her derê Ewrûyê bixin

PeyamaKurd – Fuze ya Rûsyayê ku di nav şerê bi Ûkrayna de, Rûsya li ser Ûkraynayê ceriband û pê li tesîsekî leşkerî xist, serfermandarê hêzên fuzeyên staretejîk yê Rûsyayê Sergey Karakayev, li ser fuzeyê ya bi navê ‘Oreşnik’ got:

“Ev fuze ya han, li gor destnîşankirina hedef û mesafê, dikare li her derê Ewrûpayê bixe.”

Li ser fuzê û taybetmendiya wê serokê Rûsyayê Putin jî weha got:

“Di dinyayê de ti kes ne xwediyê çekekî weka vêya ye. Îro, di dinyayê ti alavekî tine ku karibe li ber bisekine an ber lê bigre.”

Esas bersiva Rûsyayê ya li hemberê Ûkraynayê piştî ku Ûkrayna bi fuza DYAyê, bi ATACMS û bi ya Îngîltere ya menzîldirêj bi Storm Shadowê li Rûsyayê xist, Rûsya bi fuze ya Oreşnikê bersivê da wan.

Serokê Rûsya Putin di mijara ceribandinê ya fuzeyan de weha got:

“Ji bilî ‘Oreşnik' ê di destê me de gelek sîstem hene ku em biceribînin. Piştî ceribandina van sîsteman emê hilberîna wan ya li pey hev bikin. Bi vî awayî em ê bibi,n xwediyê grûba sîlihên navçe û kurt.”

Ev nivîs 22 car hatiye xwendin.