Erdoğan, bi serokwezîrê Pakstanê Şahbaz Şerîf re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li Îstenbolê li Dolmabahçe bi serokwezîrê Pakistanê bi Şahbaz Şerîf re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de li ser têkiliyên dualî, hevkariya herêmî û alîkariya mirovî ya bo Fîlîstînê axifîn.
Erdoğan ragihand ku di navbera her dû dewletan hedefa wan ew e ku bi miqdarê 5 milyar dolarî bazirganiyê bikin. Her dû teref balê kişandin ser hevkariyên di seha enerjiyê, gihandinê, sanayiya bergiriyê û di gelek sehayên din de.
Erdoğan, her weha behsa xeta trênê İstanbul-Tahran-İslamabad kir ku dixwazin wê xetê bêhtir bikarbînin. Di têkoşîna bi terorê re perwerda hevpar, parvekirina agahiyan û desteka teknolojik mijarên wan bûn.
Di hevdîtinê de, ji aliyê Tirkiyê Hakan Fidan, Yaşar Güler, İbrahim Kalın, Fahrettin Altun, Çağatay Kılıç û fermandarê giştî yê hêzên bejayiyê yê artêşa Tirkiyê Selçuk Bayraktaroğlu hebûn.
Tirkiye di şerê navbera Hindistanê û Pakistanê de terefê Pakistanê bû. Pakistan sîstema dronan ji Tirkiyê kirîbû û bi wan lihemberê Hindistanê şer dikir. Her weha eyaleta Belûcistanê li hemberê Pakistanê serî rakiriye û berê di peymana CENTOyê de Tirkiye bi Pakistanê re hevparê peymanê bû.
Ev nivîs 161 car hatiye xwendin.




