Erdoğan, bi serokwezîra Îtalyayê bi Meloni re axifî

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi telefonê bi serokwezîra Îtalyayê bi Giorgia Meloni re axifî. Di axaftinê de Erdoğan li ser hevdîtinên aştiyê yên Rûsya û Ûkraynayê got ku ew amadeye mazûrvaniya heyetên her dû welatan bike.
Li gor çavkaniyên serokatiya Tirkiyê; Erdoğan û Meloni li ser têkiliyên navbera her dû dewletan, li ser pêşdeçûnên li herêmê û yên navdewletî axifîne.
Erdoğan, di mijara aştiyê de behsa girîngiya derfetên ku bo aştiyê çêdibin kiriye, gotiye divê ew derfet nên hebakirin û xebatên dîplomatîk zêde bikin.
Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.




