Firtûna, tekna geştiyariyê ser û binê hev kir: 34 kes mirin

Firtûna, tekna geştiyariyê ser û binê hev kir: 34 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Vîetnamê li Kendava Ha Longê bi sedema bobelatê (firtûnê) tekna geştiyariyê ya rêwiya hildigirt, ser û binê hev bû û di encamê de 34 kes mirin.

Di teknê de 48 rêwî û 5 muretebat hebûn. Di bobelatê de 8 kes wenda bûn û niha lêgerîn û rizgarkirina wan dewam dike.

Li gor ajansa VN Expressê; di bobelatê de 11 kesan rizgar kirine, xwe gihandine cenazên 34 kesan û 8 kes jî wenda ne.

Parastvanên sînor, hêzên deryayê, polî sû rayedarên lîmanê bi 27 tekne û 2 botên rizgarkirinê çûne ciyê bûyerê û navenda operasyonê ava kirine da lêgerîn û rizgarkirinê bikin.

Di tekna bi navê The Wonder Sea de ku ser û binê hev bû, piraniya rêwiyên tê de geştiyarin û 20 kesên wê zarok in.

Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.