Fransa Rûsyayê tehdîd kir
PeyamaKurd – Fransa ragihand ku Ûkrayna dikare di çarçova paraztina xwe de fuzeyên Fransayê yên menzîldirêj li hemberê Rûsyayê bikarbîne û di mijara şandina leşkerên Fransayê ji bo Rûsyayê de, bi neyînî tewrekî Fransayê tine.
Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, di 22ê Sermawezê de seredana Londrayê kir û di seredana xwe de hevpeyvînekî da BBCyê. Li gor hevpeyvîna ku wê sibê bê weşandin de, Barrot got ku di mijara desteka Ûkrayna de ti xetên wan yên sor tine ne.
Barrot got ku divê welatên Rojavayî budçe ya xwe ya bergiriyê zêde bikin û weha dewam kir:
“Eger em bixwazin zêdetirî niha bikin, divê em zêdetir xerc bikin û em mecbûrin bi tehdîdên nû re rû bi rû bimînin.”
Barrot negot bê berê Ûkrayna fuzeyên wan bikaranîne an na lê got ku prensîbên wan zelalin û peyamên wan ji aliyê serokê Ûkrayna Zelenski de hatine fêmkirin.
Barrot, di mijara desteka Ûkrayna de got ku heya dawiyê dê destekê bidin Ûkraynayê, ji ber ewlehiya Ewrûpayê di rojevê de ye û Rûsya her pêşde diçe, ji bo Ewrûpayê tehdîd e.
Ev nivîs 22 car hatiye xwendin.