Fuad Hisên pêşwazî li Hakan Fîdan kir
PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên, îro Yekşemê 2yê Mijdarê, li Bexdayê pêşwazî li hevpîşeyê xwe yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan kir.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên û Hakan Fîdan hevdîtinek pêk anîn.
Piştî hevdîtinê herdu wezîr di civîneke hevpar a rojnamevanî de derketin pêşberî rojnamevanan.
Hate diyarkirin ku herdu aliyan li ser pêwendiyên dualî û berjewendiyên Iraq û Tirkiyeyê û mijarên ewlehiyê û bazirganî axivî ne.
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.