Hûsiyan êrîşî keştiya Tirkiyeyê kirin: Daxuyaniya Tirkiyeyê

Hûsiyan êrîşî keştiya Tirkiyeyê kirin: Daxuyaniya Tirkiyeyê

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bertek nîşanî êrîşa Hûsiyan a li hemberî keştiya Tirkiyeyê ya li peravên Yemenê da.

Wezaretê êrîşa moşekî ya Hûsiyan li ser keştiya barhilgir a hişk Anadolu S ya bi ala Panamayê ya ku li peravên Yemenê diçû, şermezar kir.

Herwiha derbarê keştiya navborî ya ku li peravên Yemenê êrîş lê hat kirin de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em êrîşên moşekî yên ku Hûsiyan li ser keştiya barhilgir a ziwa Anadolu S ya bi ala Panamayê ku aîdî şîrketeke Tirk e, dema ku li peravên Yemenê diçû, şermezar dikin."

Herwiha hate destnîşankirin ku ji bo careke din bûyerek bi vî rengî neqewime, însiyatîfên pêwîst hatin girtin.

 
Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.