Îdîa: DEM dixwaze navê xwe bike 'Partiya Komara Demokratîk'

Îdîa: DEM dixwaze navê xwe bike 'Partiya Komara Demokratîk'

PeyamaKurd – Partiya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) amadekariyên kongreya xwe ya asay didomîne, ku tê plankirin dê Cotmeha 2025an bê lidarxistin.

Hat ragihandin ku di rojeva kongreyê de guhertina nav, logo û avahiya rêxistinî ya partiyê heye. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên partiyê, ji bo ku partî ji komeke berfirehtir re balkêştir bibe, tê plankirin ku avahiyeke wê ya nû were avakirin.

Pêşbîniyên rêxistineke nû

Rêvebiriya DEMê diyar dike ku danîna çekan a ji aliyê PKKyê ve dê rê li ber siyaseteke xurttir veke û ji bo vê yekê avahiyeke nû ya partiyê pêwîst e.

Her weha, tê payîn ku di demên pêş de hevdîtinên Îmraliyê zêde bibin. Şanda Îmraliyê, piştî hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re, plan dike ku careke din serdana giravê bike. DEM daxwaz dike ku endamên Lijneya Rêveberiya Navendî heta dawiya Tîrmehê serdana Îmraliyê bikin, ku bendewarî ew e ku di van hevdîtinan de pêvajoya kongreyê jî were nirxandin.

Guhertina nav û logoyê

Hat îdiakirin ku di rojeva partiyê de guhertina nav û logoyê jî cih digire. Çavkaniyên ji DEMê dibêjin, “Ger em di serdemeke nû de ne, her tişt dikare were nirxandin, çima navekî nû yê partiyê?”

Her weha heman çavkaniyan îdia kiri ku yek ji pêşniyarên navê nû yê herî zêde tê nîqaşkirin “Partiya Komara Demokratîk” e. Çavkaniyên partiyê destnîşan dikin ku ev nav bi erênî tê dîtin û armanc ew e ku “ji bo welatekî demokratîktir têbikoşe.”

Ev nivîs 133 car hatiye xwendin.