Îran bi Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê re nakokî zêde kirine
PeyamaKurd – Îranê duh bi ragihandina wê yekê ku wê çend santrîfujên nû û baştir bixe xizmetê li hember biryara Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) ku rexne li Tehranê girt ji ber ku têra xwe li ser bernameya xwe ya nukleerî hevkariyê nake, rageşiya digel IAEAyê zêde kir.
Pêşnûmeya biryarê ya ku ji aliyê Îngilîstan, Fransa û Almanyayê ve bi piştgiriya Amerîkayê ray li ser hat dayîn, ji 35 endamên IAEAyê 19an jê piştgirî danê; Rûsya, Çîn û Burkîna Faso li dijî wê derketin, 12 welatên mayî jî bêalî man û Venezûleyê nekarî beşdarî dengdanê bibe.
Li gorî nûçeya AFPyê, piştî ku ev biryar hate qebûlkirin, nûnerê Îranê di daxuyaniya xwe de got ku “Ev tedbîr xwedî ‘armanca siyasî’ ye.”
Santrifuj ji bo dewlemendkirina ûranyuma gazê bi rijandina wê bi leza zêde têne bikar anîn, ku destûrê dide dewlemendkirina maddeya fisile (U-235) ji bo bikaranîna cûrbecûr.
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.