Iraqê ji bo tehdîdên Îsraîlê bidin sekinandin, bi nameyekî seredana Konseya Ewlehiyê ya NY kir
PeyamaKurd – Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Iraqê; hukumeta Iraqê bi nameyekî seredana Konseya Ewlehiyê ya NY û Rêxistina Yekîtiya Ereb ya Hevkariya Îslamî kirine û daxwaz kirine ku pêngavan bavêjin da tehdîdên Îsraîlê yên li ser Iraqê rawestînin.
Wezaret, di banga xwe de ji her dû rêxistina xwestiye ku ji bo aştî û ewlehiya navdewletî bê parastin, berpirsiyariya xwe bicîh bînin û Îsraîl tevgerên xwe yên dijminane li Xezayê û li Lubnanê rawestîne.
Li ser mijarê wezîrê karên derve yê Iraqê Dr. Fûad Huseyîn, do li bajarê Duhokê di konferansa aştî û ewlehiya Rojhilata Navîn de, li ser pêşdeçûnên dawiyê axifîbû û gotibû:
“Tehdîda Îsraîlê ya ser Iraqê mezine û cidiye. Hukumeta Iraqê şer naxwaze. Em ê nebin perçeyekî ji gengeşeyan.”
Piştî şerê li Xezayê destpêkir, grûbên layangirên Îranê ji Iraqê, Sûriyê, Lubnan û Yemenê bi fuzeyan û balafirên bêmirov êrîşê Îsraîlê dikin. Piştî şerê bi Hîzbûllahê re li Iraqê, grûbên ‘Berxwedana Îslamî’ êrîşên xwe yên ser Îsraîlê zêdetir kirin.
Li hemberê wan êrîşan, wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gideon Sa’ar, roja Duşema borî daxwuyanî dabû û gotibû li gor qanûnên NY, mafê Îsraîlê heye ku xwe biparêze û Iraq dikare nehêle axa wê ji êrîşên ser welatên din re bê bikaranîn.
Di nameya ku Îsraîlê ji Konseya Ewlehiyê ya NY şandibû, tê de gotibû ku Tûgayên Hizbullah, Asaib Ehl-el Haq, Nuceba, Tûgayên Seyyid-ul Şuheda, Ensarullah Awfiyya û Tûgayên Bedir êrîşan dibin ser Îsraîlê û divê di mijarê de zorê bidin ser Iraqê da ji axa wan êrîş neçin ser Îsraîlê.
Li ser mijarê, serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani, di civîna ewlehiya Netewî ya Iraqê de gotibû ku erka şer û aştiyê tenê aîdê hukumeta Iraqê ye û weha dewam kiribû:
“Pêwiste tedbîrên ewlehiyê bên sitendin ku axa Iraqê ji bo êrîşên ser welatên din, nê bikaranîn.”
Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.