Îsraîlê li Bêrûdê da: Herî hindik 4 kes mirin, 23 kes jî birîndar bûn

Îsraîlê li Bêrûdê da: Herî hindik 4 kes mirin, 23 kes jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Rayedarekî berevaniya sivîl a Lubnanê ji ajansa dewleta Rûsyayê (TASS)ê re ragihandiye, balafirên şer ên Îsraîlê li navenda paytexta Lubnanê, herî hindik bi 4 mûşekan êrîşî navendeke Hizbullah kirine.

Wî gotiye ku ew avahiya bûyî hedef hilweşiyaye û aniye zimên, “Êrîş li maleke nişteciyan hat kirin, di nav sivîlan de birîndar hene.”

Serê sibê teqînên dijwar taxên Bêrûdê hejandine.

Balafirên îsraîlî li esmanan dimînin, li ser bajêr bi bilindahiyeke nizm firînên xwe pêk tînin.

Navenda Operasyonên Lezgîn a Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de ya li ser paytexta Lubnanê herî kêm 4 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora ku li ser rûpela xwe ya li ser medyaya civakî X hatiye weşandin, “Di êrîşa hewayî de maleke 8 qatî hilweşiya. Komên bersivdayîna lezgîn li cihê teqînê dixebitin, mayînan paqij dikin. Dibe ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.”

Ev nivîs 25 car hatiye xwendin.