Li bajarê Hatayê malbat bi çekan li hev xistin: 7 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Hatayê li navça Erzinê li taxa Bahçelievlerê di navbera malbatan de pevçûn derket û bi çekan li hev xistin. Di encamê de 7 kes birîndar bûn lê rewşa 2 kesan xedar e. Sedema pevçûnê nehat zanîn.
Dema polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya navça Erzinê û navça Dörtyolê. Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.