Li Îranê di mehekî de 241 kes îdam kirin

Li Îranê di mehekî de 241 kes îdam kirin

PeyamaKurd – Daraz û rêvebiriya Îranê ji dardekirina xelkê têr nabe û jê zewqê distîne. Di nava mehekî de li Îranê tenê 241 kes hatin îdamkirin.

Sûcên ku 241 kes bi sedema wan îdam hatin kirin, kuştin, maddeyên hişbir û siyasete. Li gor sala borî heman çaxê nisbeta îdaman %50 zêdetir bûye. Di mijarê rêxistina Hengawê ku komela mafên mirovan ya Îranê ye lê navenda wê li Ewrûpaye ragihand:

“Tenê di meha borî de li seranserê di zîndanan de herî kên 241 kes hatin îdamkirin. Ji wan 37 jê Kurdin ku dike %15ê wan. Ji wan îdamkirinan daraza Îranê agahiyê nedaye gelek malbatan.”

Li Îranê gelek cara kesên ji maddeyên hişbir tên îdamkirin, gelek ji wan haya wan ji maddeyan nîne lê hema dixin sitûyê wan. Yên siyasî mînak dibêjin casûsiya Îsraîlê kirine lê gelek ji wan haya wan ji Îsraîlê tine.

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.