Li mizgeftê de li ser limêjê serê dijminê xwe jêkir

Li mizgeftê de li ser limêjê serê dijminê xwe jêkir

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Kayseriyê li navça Melikgaziyê li taxa Gaziyê di mizgefta bi navê Mahmut Sami Ramazanoğlu de kesekî di nav mizgeftê de dema mirovekî din limêja xwe dikir, gewriya wî birî û ew kuşt. Hat ragihandin ku sedema dijminahiya wan ji ber parkkirina erebê ye.

Kesê serî biriye yê bi navê Y.Ş. (32) ye û yê serê wî hat jêkirin Ş.T. (63) ye. Kujer ne tenê qirika wî birî lê li pey hev bi kêrê lêxistina xwe dewam kir.

Xelkê di mizgeftê de ket navbera wan û agahiyan dan hêzên asayîşê. Di kontrola tîmên tenduristiyê de dîtin ku Ş.T. jiyana xwe ji dest daye.

Polîs, êrîşker xist bin çav û cesedê yê kuştî birin morga nexweşxanê.

Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.