Li navendeke polîsan a Los Angelesê teqînek çêbû: 3 polîsan can da

PeyamaKurd – Li navenda perwerdehiya polîsan a Daîreya Şerîfê ya Los Angelesê, li eyaleta Kalîforniyayê, teqînek qewimî. Ji ber teqîna li di dema xebatên tîma îmhakirina bombeyan de rû da, 3 polîsên endamên tîmê can da.
Daîreya Şerîfê ya Los Angelesê ragihand ku teqîn di dema veguhestina materyalên teqemenî de pêk hatiye.
Serdozgerê Giştî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Pam Bondi bûyer wekî “tirsnak” bi nav kir û got,
“Ajanên federal ji bo lêkolîna cihê bûyerê hatine hinartin û ji bo bidestxistina agahiyên zêdetir dixebitin. Lêkolînên li ser sedema teqînê didomin.”
Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.





