Li Zanko ya Boğaziçi protesto: 13 polîs birîndar bûn û 97 kesan xistin binçav

Li Zanko ya Boğaziçi protesto: 13 polîs birîndar bûn û 97 kesan xistin binçav

PeyamaKurd – Li Îstenbolê li Zanko ya Boğaziçi konferansekî hat lidarxistin û grûbekî konferansê protesto kir û êrîşê polîsan kir. Di êrîşê de 13 polîs birîndar bûn û polîsan 97 kesan xist binçav.

Di konferansê de Nurettin Yıldız axaftvan bû ku konferans ji aliyê Kuluba Lêkolînên Îslamî de ya zankoyê de hatibû amadekirin. Navê konferansê an ku serikê konferansê ‘İlmên Îslamî: Bo kî û çiqas?’ bû. Grûb, berya konferansê li dijî Yıldız meşa bertekê nîşan dabû û polîs stedbîr sitend.

Grûb, seet di 20.45an de civiya û xwest ku Yıldız neaxife. Polîs xwest grûb belav bibe lê di navbera wan de pevçûn derket û encama li jorê qewimî.

Nurettin Yıldız berê jî gotibû li gor şerîetê; temenê keçikê 6, 7, 9 an 10 be jî dikare bizewice ji ber di Îslamê de şertê temenê keçikê tine û gelek kes bertekî nîşanî vê fikra wî dabû.

Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.