Macaristan Neteyahu dawetî welatê xwe kir

Macaristan Neteyahu dawetî welatê xwe kir

PeyamaKurd – Ofîsa serokwezîrtiya Îsraîlê ragihand ku raste serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban, Benyamn Netenyahu yê ku di derbarê wî de biryara girtina dadgeha cezayê navdewletî heye, dawetî welatê xwe Macaristanê kiriye. Orban ragihand ku biryara dadgehê bi aramanca siyasî hatiye dayîn.

Orban, di daxwuyaniya xwe de gotibû ku biryara dadgehê her çendîn wekî biryarekî hûqûqî xwuya dike jî, tê de armancên siyasî hene û weha dewam dike:

“Li vê derê li ber me ti rê tine, divê em li hemberê biryarê derên. Di wexta pêşiya me de ez ê serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu dawetî Macaristanê bikim. Eger qebûl bike û were, wê ti bandora biryara dadgehê li serê nebe û ez garantî didim ku guh nedim biryara dadgehê.”

Ev nivîs 23 car hatiye xwendin.