Medya Erebî bo êrîşa Siwêdayê: Gelo deshilata Sûriyê tenê komeke cîhadî ye?

Medya Erebî bo êrîşa Siwêdayê: Gelo deshilata Sûriyê tenê komeke cîhadî ye?

PeyamaKurd- Li ser êrîşên Durziyên Siwêdayê rojnameya Indipendent Arabia ragihand ku bûyerên li Siwêdayê ne tenê pevçûnên ewlekarî yan jî yên leşkerî bûn, lê belê ew êrîşên dijminane yên li dijî kêmneteweyan in û ne dûrî komkujiyên li perava Sûriyeyê ne.

Rojnameyê ew bûyer wekî êrîşa berfireh û tam a bi dîmen û wêne bi nav kir û diyar kir, tiştê herî metirsîdar ew e ku hişmendiya cîhadî kontrola xwe ya li ser çekdaran bidomîne.

Rojnameyê ev pirs kir: "Gelo hîn piraniya Sunnî desthilatdar e yan êdî biryar di destê komeke cîhadî ya selefî ye ku li dewletê kontrol dike? Gelo ka nûnertiya pêkhate û taîfeyên Sûriyeyê di rêveberiya nû de?"

Hat destnîşankirin ku tunebûna projeyeke nîştîmanî rê li ber rûdana şer û aloziyan û çareseriya herî guncaw jî dewleta edilane û demokratîk hate pêşniyarkirin.

Ev nivîs 131 car hatiye xwendin.