Parlamentoya Ereban gefên Îsraîlê yên êrîşa li ser Iraqê şermezar kir
PeyamaKurd – Parlamentoya Erebî bi tundî gefên Îsraîlê yên êrîşa ser Iraqê şermezar kir û ragihand, ew bi hemû awayî piştevaniya serwerî, ewlehî û aramiya Iraqê dikin û bi ti behanekê destwerdan di karûbarên navxweyî yên Iraqê de nayê kirin.
Parlamentoya Ereban giliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir.
"Divê Îsraîl biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û biryarên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi cih bîne û êrîşa li ser Lubnanê û herwiha komkujî û şerên qirkirinê yên ku ev saleke zêdetir e li Filistînê dewam dikin, tavilê rawestîne."
Wî daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:
Parlamentoya Erebî bang li civaka navdewletî, sazî û welatên wê kir ku fişarê li Tel Avîvê bikin û planên xwe yên bi armanca kişandina herêmê bi giştî di nava şerekî herêmî de û têkbirina ewlehî û aramiya herêmê rawestînin.
Roja Duşemî 18ê Mijdara 2024an, Telavîvê nameyek ji Encûmena Asayişa Navdewletî re şand û tê de daxwaz ji Iraqê kir, ku bilez li hember komên êrişî wê derê bibin û soz da ku bi rêya berevaniyê bersivê bide.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar di peyama xwe ya ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) de, hikûmeta Iraqê ji hemû tiştên ku li ser xaka wê diqewimin berpirsyar dît û tekez kir ku mafê Telavîvê ye ku xwe biparêze.
Gideon Sa'ar herwiha diyar kir ku wî nameyek ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re şandiye û tê de daxwaz kiriye ku li dijî çalakiyên milîsên alîgirên Îranê ku xaka xwe ya li Iraqê ji bo êrîşa li ser Îsraîlê bikar tînin, bi lezgînî tevbigerin.
Wezîrê Îsraîlê Saar got, "Min bang li Konseya Ewlekariyê kir ku gavên lezgîn bavêje da ku hikûmeta Iraqê erkên xwe yên li gorî hiqûqa navneteweyî bi cih bîne û van êrîşên li dijî Îsraîlê rawestîne."
Ji aliyê din ve Iraq pabendbûna xwe bi yasayên navdewletî û Rêkeftina Netewên Yekgirtî nû kir û di heman demê de bi tundî gefên Israîlê yên ji bo têkdana aramiyê li navçeyê şermezar kir.