Pizişkiyan: Em ê santralên nukleerî ji nû ve ava bikin
PeyamaKurd- Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan eşkere kir ku ew dê santralên nukleerî yên ku bûne armanca êrîşa Amerîkayê ji nû ve û bi awayekî bihêztir ava bikin.
Ajansa fermî ya Îranê (IRNA) ragihand ku Pizîşkiyan di dema serdana xwe ya santralên nukleerî de gotiye, "Zanista nukleer di mejiyê zanayên me de ye. Têkbirina avahî û kargehan ne pirsgirêk e. Em dê ji nû ve û bi awayekî bihêztir ava bikin."
Pizîşkiyan daye zanîn ku çalakiyên nukleerî yên Îranê ji bo armancên aştiyane û sivîl in û got: "Dijmin hewl didin wêneyekî wisa nîşan bidin ku em hewl didin bombeyê çêbikin lê li gorî fetwaya Rêber (Elî Xamineyî), em bikaranîna bombeya nukleer heram dibînin."
Hêjayî gotinê ye, di şerê 12 rojan ê Îsraîlê ku 13ê Hezîranê dest pê kiribû de, gelek bajarên Îranê, bi taybetî jî santralên nukleerî bûbûn armanc û Amerîkayê jî 3 tesîsên bingehîn ên nukleerî ruxandibûn.
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.