Rûsya: 93 balafirên bêmirov ên Ukraynayê hatin xistin

PeyamaKurd- Wezareta Berevaniya Rûsyayê, îro 20ê Tîrmehê roja Yekşemê ragihand ku pergala parastina hewayî şeva borî 93 balafirên bêmirov ên Ukraynayê xistine xwar.
Wezaretê da zanîn, di şeva berê de, saet ji 23:30 bi dema Moskowê, heta 07:00ê sibehê, pergala wan a parastina asmanî 93 balafirên bêmirov ên Ukraynayê rûxandine.
Hate diyarkirin ku ji wan balafirên hatine xistin; 38 balafir li asîmanê Bryansk û 19 balafir li asîmanê herêma Moskowê bûn. 11 balafir li herêma Kaluga, 8 li herêma Tula, 5 li herêma Oriol û 5 balafirên din jî li herêma Nizhny Novgorod hatin xistin.
Wezaretê eşkere kir ku 3 balafirên bêmirov jî li asîmanê Deryaya Reş, 2 balafir li asîmanê herêma Kursk, balafirek li asîmanê Belgorod û yek din jî li herêma Ryazan, hatine xistin.
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.




