Selman: Me zêdetirê ji 300 milyar dolarî bi DYA (Amerîka) re peymanan îmza kir

PeyamaKurd – Welîehdê Erebistana Sa’ûdiyê Prens Muhammed bin Selman ragihand ku bi Amerîka re ji zêdetirê 300 milyar dolarî peymanan îmza kirine. Selman, di forûma veberhênana Erebistana Sa’ûdî-DYA de ku Trump jî li wê derê amade bû axifî. Selman behsa dîroka têkiliyên welatê xwe û DYAyê kir û got:
“Wlatê me ji 92 sal berê de, bi DYA re têkiliyên wê yên aboriyê heye. Em îro li ser derfetên hevpariyê yên bi 600 milyar dolarî dixebitin. Veberhênanên hevpar, bingeha aboriya me û ya DYAyê ya herî girînge.
Aboriya welatê me niha di herêmê de aboriya herî mezine. Me zêdetirê ji 300 milyar dolarî bi DYA re peymanan îmza kir.
Hecma bazirganiya navbera Erebistanê û DYAyê di navbera salên 2013 û 2014an de, gihaye 500 milyar dolarî. Veberhênerên biyanî yên li Erebistana Saûdiyê ¼ ê wan şîrketên DYAyî ne.”
Selman, behsa naveroka peymanan nekir lê tê gotin ku peymana bi DYA re, di kirîna sîlihan de kiriye, bi bihayê 142 milyar dolariye. Di nava paketê de çi cûre sîliha hene nehat ragihandin.
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.




