Şerê li Suweydayê dewam dike û hêzên asayîşê bi 100 erebeyan çûn ciyê bûyerê

Şerê li Suweydayê dewam dike û hêzên asayîşê bi 100 erebeyan çûn ciyê bûyerê

PeyamaKurd – Li bajarê Suweydayê di navbera Durzî û eşîretên Ereb yên Bedû de ku bi desteka Şamê tevdigerin dewam dike. Niha Şam xwe kir hêzên asayîşê û bi 100 erebeyan çû navbera wan.

Serokkomariya Sûriyê ragihand ku ji bo hêzên asayîşê karibin bi berpirsiyarî asayîşê temîn bikin, divê seha pêwesti bo wan vebe û xwînrêtin biqede. Serokkomariya Sûriyê weha dewam dike:

“Ji bo berlêgirtina xwînrêtina xelkê Sûriyê wekî berpirsiyariya dewletî ya mirovî û netewî biryara agirbesekî berfireh hatiye sitendin.”

Hat gotin ku rêvebiriya Sûriyê li bajarê Suweydayê car din bicîh bûye. Li gor medyayê; di navbera Îsraîlê û Şamê de peyman hatiye girêdan lê şertê peymanê çine nayê zanîn.

Tenha Îsraîl bi HTŞê bawer nîne û dibêje HTŞ tehemmula neteweyan û olan nake û jiyana wan li Sûriyê di talûkê de ye.

Ev nivîs 121 car hatiye xwendin.