Serokê CHPê yê berê Altan Öymen di 93 saliya xwe de koça dawî kir

PeyamaKurd – Serokê CHPê yê berê û hem rojnamevan Altan Öymen 3 roj berê li nexweşxanê hatibû entubekirin û îro di 93 saliya xwe ji ber netêrkirina organan seet di 14.38an de koça dawiyê kir.
Altan Öymen, 2 hefte berê ji ber pençeşêra pişikê emeliyat bûbû û ji nexwexanê derketibû. Lê paşî rewşa wî giran dibe û car din ew biribûn nexweşxanê. Li ser koça Öymen rêvebiriya nexweşxanê daxwuyanî da û got ku ew koça dawiyê kiriye.
Altan Öymen, di sala 1932an de hatibû dinyayê, rojnamevanekî bi nav û deng yê Tirkiyê bû, di meclisa Tirkiyê de parlementeriyê kiribû û di sala 1999-2000an de serokatiya giştî ya partiya Komarî (CHP) ya Tirkiyê kiribû.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li ser wefata Altan Öymen peyama taziyê belav kir û got:
“Bi xemgînî min wefata birêz Altan Öymen bihîst. Ji Xwedê jê re rehmetê dixwazim, bo malbat û partiya CHPê sersaxiyê dixwazim.”
Ev nivîs 144 car hatiye xwendin.




