Serokê Sûriyê Ahmed Şara dê seredana Koşka Sipî bike
PeyamaKurd – Serokê demkî yê Sûriyê Ahmed Şara wê di 10.11.2025an de seredana Amerîkayê Koşka Sipî bike. Di hevdîtinê de wê li ser li ser peymana tevlîbûna koalisyona li hemberê DEAŞê û muzakereyên Şam-Îsraîlê biaxifin.
Li gor ragihandina malpera Axiosê, balyozê DYAyê yê Ankara û hem nûnerê taybet yê li Sûriyê Tom Barrack li Manamayê bi peyamnêrê Axiosê axifî.
Di vê rewşê de, dê Ahmed Şara bibe yekem serokê Sûriyê ku Koşka Sipî ziyaret dike.
Barrack, hem ragihand ku wê muzakereya 5em ya navbera Sûriyê û Îsraîlê, dê di wexta seredana Şara de li Washingtonê bibe.
Barrack got ku DYA bendeye heya dawiya salê di navbera Îsraîl û Şamê de peymana ewlehiyê îmza bibe.
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.