Serokwezîrê Iraqê rêveberiya nû ya polîsê Diyalayê pejirand

Serokwezîrê Iraqê rêveberiya nû ya polîsê Diyalayê pejirand

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê, Mihemed Şîa El-Sudanî tayînkirina şefê nû yê polîsê parêzgeha Diyalayê tayîn kir.

Wezareta Navxwe ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, “Li ser pêşniyara Wezîrê Navxwe Ebdulemîr El-Şemmarî, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şîa El-Sûdanî, General Mihemed Kazim wekî midûrê nû yê polîsê parêzgeha Diyalayê tayîn kir.”

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku El-Sudanî Rêveberê berê yê Polîsê Parêzgeha Diyalayê General Ala Xerîb El-Zubeydî ji bo posta Cîgirê Dekanê Enstîtuya Bilind a Ewlekarî û Pêşxistina Îdarî tayîn kiriye.

Ev nivîs 25 car hatiye xwendin.