Trump, givaşên ser Sûriyê rakir

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku piştî bi serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û Prensê Erebistana Sa’ûdiyê Muhammed re axifiye biryarê daye ku givaşên ser Sûriyê rake.
Trump daxwuyaniya xwe li Erebistana Sa’ûdiyê da. Trump di daxwuyaniya xwe de ragihand ku wê wezîrê karên derve yê DYAyê Rubio, di nav heftê de li Tirkiyê bi wezîrê karên derve yê Sûriyê re dê hevdîtin bike.
Wezareta karên derve ya Sûriyê li ser rakirina givaşên ser Sûriyê ya ji aliyê DYA de bi dilxweşî nirxand.
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.




