Wezareta Navxwe ya Iraqê: Plana ewlehiyê ya serjimêriya niştecihan bi ser ket
PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand, plana ewlehiyê ya serjimêriya niştecihan bi ser ket û qedexeya derketina derve di navbera hemû parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê jî di nav de hatiye rakirin.
Qonaxa yekem a serjimêriyê ji 16 heta 19ê mijdarê, qonaxa duyem jî ji 20 heta 21ê mijdarê berdewam kir û di wê demê de qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Biryar e ku di rojên pêş de qonaxa sêyem a serjimêriyê ji bo bidawîkirina proseyê dest pê bike.
Wezareta Navxwe ya Iraqê derbarê pêvajoya serjimêriya giştî de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, ew spasiya hemû welatiyan, kesayetiyên olî û etnîkî, rojnamevanan dikin ku di serkeftina pêvajoyê de beşdar bûne.
Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand, plana ewlehiyê ya serjimêriya niştecihan bi ser ket û qedexeya hatinûçûnê di navbera hemû parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê jî di nav de, hatiye rakirin.
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.