Yisrael Katz: Ger Hizbullah êrîş bike em ê li Beyrûdê bixin
PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz, îro Yekşemê di hevpeyvînekê ligel Kanala 14an a îsraîlî de got, eger Hizbullah êrîşî bajarokên bakurê Îsraîlê bike, ew ê jî paytexta Lubnan Beyrûdê bikin hedef.
Katz got ku Îsraîl dê bersiva her gefê bide û destnîşan kir, nûnerên Amerîkayê, hikûmeta Lubnanê ji vê yekê agahdar kirine.
Katz da zanîn ku DYAê zextê li Beyrûdê dike da ku Hizbullah bêçek bike û got, Îsraîl şansekî dide van hewldanan.
Li aliyê din Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar jî li ser medya civakî got, jinûve biçekirina Hizbullahê dê bandorên cidî li ser ewlehiya Îsraîlê û pêşeroja Lubnanê bike. Saar anî ziman ku terorîzm li Lubnanê pêş ketiye û ji bo aramî û ewlehiya herêmê rakirina wê pêwîst e.
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.