Zelenskiy: Şansê me heye ku di sala bê de em şer biqedînin
PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Zelenski di konferansa bi navê ‘Dexla ji Ûraynayê’ de ku konferansa ewlehiya xidayê ya 3em e, axifî û got ku ji bo di sala 2025an de, şerê navbera Rûsya-Ûkrayna de biqedînin, bawere ku her cûre şansê wan heye.
Zelenski got ku ji bo şer biqede ew amade ne ku temamê teklîfên navdewletî bidin ber çav. Zelenski got ku ji bo şer bi dawî bikin, ji bo teklîfên lîderên ji Afrika, Asya û welatên Ereb jî werin, ew amade ne û weha dewam kir:
“Em amade ne ku teklîfên wan bibînin. Dixwazim daxwaznama serokê DYAyê yê nû bibînim. Difikirim ku emê van daxwaznaman di serê salê de bibînin û ji bo dawî li şer bînin wê planekî me hebe.
Ji bo di sala bê de em şer biqedînin, bawerim ku her şansê me heye. Ji bo vê pêngavên baş hene. Ez dizanim ku Rûsya dê van pêngavan navêje lê şertê NY heye û her pêngavên li gor vê şertê, wê ji aliyê dostên me de bên destekkirin.”
Ev nivîs 22 car hatiye xwendin.